Gelî xwendevanên delal! Her wekî ku hûn jî dizanin mela û medreseyên Kurdistanê serkanî û çavkanîya zimanê Kurdî ne. Lewra eger di wan rojên teng û tarî de seydayên me dest neavitina qelemê belkî îro me nikariba bi vî zimanê şîrîn bişteẋilin. Xwedê Te‘ala ji seyda û melayên me razî be ku ev qencî bi me kirin. Mixabin piştî hilweşîna Dewleta ‘Usmanî rojên dijwar û tarî ji bo milletê Musluman dest pê kir. Lewra bi veguherîna elfabeyê, ‘alim û zanayên me di yek şevekê de cahil hatin qebûlkirin. Îrt ...